Nerazîbûnên li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê zêde dibin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Rêveberiya Xweser ên herêma Firat êrişên li ser Şengal şermezar kirin û hişyarî da ku êrişên dewleta Tirk rê li ber zindîbûna DAIŞ’ê vedike.
Balafirên şer ên dewleta Tirk duh êvarê avahiya meclisa gel a Xanesorê li Şengal bombebaran kir.
Li dijî êrişên li ser Şengalê çalakî û nerazîbûn zêde dibin.
Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê êrişên li ser Şengalê şermezar kir.
Bi dehan endamên deste û saziyên sivîl beşdarê daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin balafirên dewleta Tirk li pêşiya çavên hikumeta Iraq û hikumeta Başûrê Kurdistanê avahiya meclisa gel a Xanesûr li Şengal bombebaran kir û wiha hate gotin,
“Dewleta tirk bi van êrişên xwe ên terorîst carek din sûcên xwe îsbat kir ku asta şer li dijî kurdan û bi taybetî gelê Êzidî berfireh kir.
Armanca wê ew e ku Şengal ji şêniyên wê vala bike da ku rê li ber koçberê di kampên Başûr Kurdistan veneke ku vegerin Şengal û rê li ber vejîna DAIŞ’ê veke.”
Rêveber a Xweser a Herêma Firatê bang li hikumeta Iraqê û civaka navdewletî kir ku destwerdanê bikin da ku van binpêkirinên dermirovî rawestînin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger li navçeya Eyn Îsa êriş şermezar kir
Bi heman armancê Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Firatê jî daxuyaniyek da..
Daxuyanî li navçeya Eyn Îsa bi beşdarbûna bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan hate xwendin.
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk li ser Şengalê hate şermezarkirin.
Her wiha bang li ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin ku li dijî êrişan bibin yek û têkoşînê bilind bikin.