DAYÎKÊN GIRTIYAN: GAVAN BAVÊJIN

Ji bo xwedîderketina li girtiyên di grevê de û pêkanîna daxwazên wan, çalakiyên dayikan ên li ber girtîgehan dewam dikin. Dayikên ku ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de çalakiya rûniştinê li dar dixin, bang li hikûmetê kirin ku gavan bavêje. Her wiha Girtiyan jî name ji dayikên berxwedêr re şandin

Yek ji çalakiyên şînber ku li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan tê kirin, berxwedana dayîkan a li ber girtîgehan e.

Dayikên li Rihayê ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de çalakiya rûniştinê li dar xistin.

Dayîkan bang li hikûmetê kirin ku gavan bavêje.

Dayikên ku zarokên wan li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, li avahiya HDP’a Wêranşarê bang li rayedarên hikûmetê û Wezareta Dadê kirin û gotin:

“Em dixwazin rojek berî rojekê ev tecrîd bi dawî bibe û zarokên me dev ji greva birçîbûnê berdin.

Hûn ê kengî qanûnên xwe pêk bînin?”

GIRTIYAN NAME JI DAYÎKÊN BERXWEDÊR RE ŞAND

Her wiha Girtiyên li Girtîgeha Gebze ya Kocealiyê di greva birçîbûnê de ne, bi wesîleya Roja Dayikan nameyek ji dayikên berxwedêr re nivîsîn.

Girtiyan ji dayikan re gotin,

“Hûn ji bo me nirxên herî hêja ne.

Nirx û bedewiya mirovahiyê di dilê we de mezin dibe û dibe malê civakê.

Dayik bingeha hebûnê ye, dayik rûmet e, dayik welat e.

Ji ber vê yekê êrîşên li dijî mirovahiyê herî zêde li dayikan tên kirin.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst, bi tecrîdkirina Rêberê me re êrîşî rûmet û îradeya gelê Kurd dike.

Leave a Reply

Back to top button