Bi hezaran kesî Îmrali silav kirin û dilsoziya xwe a bi Rêber Apo re nîşandan

Rêxistina HDP’ê ya bajarê Stenbolê, îro bi dirûşma ”Dem Dema HDP’ê ye” 4. Kongreya xwe ya asayî li dar xist.
Di eywana kongreyê de beşdaran bi yek dengî bi dirûşma ”Hezar silav ji Îmraliyê re” dilsozîya xwe ya bi Rêber Ocalan re careke din nîşan dan.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di kongreyê de axivî û got: ”Em tên ku serwerîya rêbir û zaliman hilweşînin.”

Tevî her cure zext, zor û komployên li dijî HDP’ê, piştgirî, dilsozî û xwedîderketina li HDP’ê her diçe zêdetir dibe.

Îro jî beşdarbûn, coş û kelecana ku di kongreya rêxistina HDP’ê ya bajarê Stenbolê de derketî holê, careke din vê yekê piştrast kir.

Rêxistina HDP’ê ya bajarê Stenbolê, îro bi dirûşma Dem Dema HDP’ê ye 4. Kongretya xwe ya asayî li dar xist.

Li eywana ku 35 hezar kesî dihewîne de cihê vala nema û gelek kes li derve man

Li Eywana ku 35 kesî dihewîne de cîhê vala nema û gelek kes li derve man.

Hemû beşdaran bi yek dengî Îmrali silav kirin û dilsozîya xwe ya bi Rêber Ocalan re careke din nîşan dan.

Kongreya ku komên mûzîkê jî beşdar bûn, bi coş û kelecanek mezin despê kir.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û gelek rêvebir û parlementerên HDP’ê û bi hezaran kes beşdarî kongreyê bûn.

Eywana kongreyê de pankartên ”Me bi ciwanî dest pê kir, am ê bi ciwanî bi ser bikevin”, ”Jin di azadîyê de bi israr in, di tekoşînê de bi biryar in” hatin xemilandin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di kongreyê de derket ser dikê û xitabî beşdaran kir.

Sancar: Em ê serwerîya rêbiran, zaliman û dizekan hilweşînin

Sancar despêkê bi Kurdî û Tirkî beşdaran silav kir û got:

”Em tên ku serwerîya rêbiran û talanê hilweşînin. Li benda me Stenbol li benda me be. Li benda me be Colemerg, Îzmîr, Wan. Em hatin û va em tên. Em serwerîya rêbiran, zaliman, dizekan, derewkaran hildiweşînin. Em ê wan hilweşînin. Vaye ev coş û girse tirsa nava dilê wan e.”

Sancar destnîşan kir ku pêwîstîya Tirkîyê bi HDP’ê heye û wiha domand:

”HPD partîya demokrasî, azadî, aştî, edalet û wekhevîyê ye. HDP ji bo demokrasîyê heye. Em ê di demek nêz de azadî û demokrasî û aştîyê bînin vî welatî.”

Mîthat Sancar bal kişande ser xeta sêyemîn û anî ziman ku edî dawîya deshilatê tê û got:

”Tenê tiştek di dest wan de maye dikin, ew jî dek û dolab, derewkarî û dizî ye.

Sancar: Em ê dawî li vê pergalê bînin û deshilatê biguherînin

Ji ber ku êdî hêza wan nemaye. Hêza gelan a hevpar li vire. Xeta sêyemîn ku li ser esasê demokrasî, aştî û edaletê hatîye avakirin her roja ku diçe mezintir û berfirehtir dibe.

Li vî welatî em ê bibin despêkek nû. Dawîya vê desilatê em ê bînin. Em ê dawî li vê pergalê bînin û deshilatê biguherînin.”

Back to top button