Çalakvanan Sêmalka bang li PDK’ê kir ku hevkariya bi dijmin re bi dawî bike

69 rojin, li ber deriyê Sêmalka çalakiya malbatên şehîdan a ji bo wergirtina cenazeyên gerîla dewam dike.
Komîteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê ku îro tevlî çalakiyê bûn bang li PDK`ê kir ku hevkariya bi dijmin re bi dawî bike.

Endamên Komîteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê ku îro serdana konê çalakiyê kirin êrişên PDK’ê yên li dijî gerîla şermezarkirin.

Li ser navê komîteyê Keder Hisên axivî û got:

“Hevkariya PDK ya bi dewleta Tirk re tu xizmetê ji Kurdiyetiyê re nake.

Êrişên PDK’ê nayên qebûlkirin.”

Bang li PDK’ê hat kirin ku hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re bi dawî bike.

Back to top button