Rêveberiya Xweser a Şengalê: Êdî tu serweriya hikûmeta Iraqê nemaye

Têkildarî êrişa dewleta Tirk a doh li dijî Meclîsa Gel a Xanesorê pêk anî, Rêveberên Rêveberiya Xweser a Şengalê hikumeta Iraqê weke berpirsiyarê vê êrişê nîşandan.
Hat gotin, “Edî hikumeta Iraqê bi ti awayî nikare Şengalê biparêze û tu serweriya wê jî nemaye.”
Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hiço jî destnîşan kir, êrîşên dewleta Tirk, bi destûra Hikumeta Iraqê û Koalîsyona Navneteweyî pêktên.

Êrişên li ser Şengalê bi taybetî jî li hemberî rêveber û saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê demên dawî zêde bûne.

Piştî ku 7’ê Kanûnê êrişa li dijî Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda, doh êvarê jî balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li avahiya Meclîsa Gel a Xanesorê barand.

Ev êrişa li ser Meclîsa Gel a Xanesorê bi tesadufî nebû.

Amadekarî dihate kirin ku îro bi tevlîbûna hemû sazî û dezgehan, pêkhateyên Şengalê xêra Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Xwedêda bide.

Êriş di dema amadekariya vê xêrê de hate kirin.

Rayedarên Rêveberiya Xweser a Şengalê dan zanîn ku sazî, dezgeh û kesayetên hikumeta Iraqê jî ji bo vê bernameyê hatibûn vexwendin.

Lê tevî vê rastiyê jî hikumeta Iraqê ne helwest li hemberî êrişa 7’ê Kanûnê nîşan da ne jî rê li ber vê êrişa dawî girt.

Rêveberiya Xweser a Şengalê li hemberî bêdengiya hikumeta Iraqê ku rê li ber van êrişan vedike helwesteke tund a siyasî girt.

Rêveberiyê, destnîşan kir ku êdî hikumeta Iraqê bi ti awayî nikare Şengalê biparêze û tu serweriya wê jî nemaye.

Li ser hişyariya Rêveberiyê Saziyên Iraqê yên li Şengalê îro nehatin vekirin

Ji ber van sedeman Rêveberiya Xweser doh bi nivîseke fermî hişyarî da hemû sazî û dezgehên hikumeta Iraqê yên li Şengalê û her wiha dezgehên ku bi dewletên navneteweyî re kar dikin ku îro yek ji wan jî deriyê dezgehên xwe venekin.

Li ser hişyariya Rêveberiya Xweser a Şengalê, saziyên fermî yên Iraqê yên li Şengalê îro nehatin vekirin.

Endama TAJÊ Riham Hiço: Iraq û Koalîsyona Navneteweyî destûra êrişan didin

Derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Şengalê de, Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hiço jî ji Rojnews re axivî.

Riham Hiço despêka axaftina xwe de diyarkir ku hêzên ku DAIŞ xurt kirin, ew hêz îro jî dewleta Tirk bi ser civaka Êzidî de dişînin.

Riham dibêje, herçiqas ev êriş bi destê dewleta Tirk pêktêne jî, bi alikarî û desteka hêzên navneteweyî têne kirin:

Riham Hiço bertek nîşanî hêzên ku desteka dewleta tirk didin da û dawî da zanîn ku ewê li hemberî hemû êrîşan li ber xwe bisekinin û têkoşîna xwe mezintir bikin.

Back to top button