Jinên herêma Firatê banga azadiya Rêber Ocalan kir

Tevlîbûna Pêngava “Dem dema azadiyê ye” her roj zêde dibe.
Jinên herêma Firatê jî bi çalakiyên cuda banga azadiya fîzîk a Rêber Abdullah Ocalan kir.

Di çarçoveya “Dem dema azadiyê ye” Meclisa Edaleta Jin a Herêma Firatê û Kongra Star a navçeya Eyn Îsa yê bi daxuyaniyên cuda tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Bi dehan endamên saziyan, jinên ji navçeyê û jinên koçber beşdarê daxuyaniyan bûn.

Di daxuyaniyan de heta diyarkirin ku ji destpêka komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ve dewleta Tirk qanûnên navneteweyî di kesayeta rêber Ocalan de, binpê dike.

Her wiha hate teqezkirin ku rêber Ocalan yek ji sembolên mirovahiyê ye, parastina azadiya mirov û gelên herêmê dike.

Di dawiyê de bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin zextê li dewleta Tirk bike da ku rêber Ocalan serbest berde.

Back to top button