Sozdar Avesta: Wê ne PDK’ê ne jî Tirkiye li Şengalê negihêjin armanca xwe

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta li ser êrişên li dijî Şengalê û şehîdbûna Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel diyar kir wê PDK û dewleta Tirk nekarin îradeya gelê Şengalê bi van êrişan bişkînin û careke din li wir serwer bibin.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta tevlî Bernameyeke Taybet ya televîzyona Stêrk TV bû û li ser Şengalê û çend mijarên din ên di rojevê de nirxandinên girîng kir.

Sozdar Avesta êrişa li dijî Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel û zarokên wî weke êrişeke tirsonek û nemerdane bi nav kir û got:

Ev êrîş gelek peyamên cuda di nava xwede dihewîne. Wê yên êrişkirin û hevkarî bi wan re kirin hesabê wê bidin. Ev êrişa dijî heval Merwan rasterast bi destê PDK’ê hatiye kirin. PDK êrîşên bi vî awayî plan dike, îstîxbarat dide û hedefê nîşan dide, dewleta Tirk jî tetîkkêşiya wî dike.

Sozdar di dewam axaftina xwede diyar kir ku armanc girtina pêşeng û rêberên civaka Êzidî ji bo ji hev belavkirinê ye û wiha anî zimna:

Civaka me ya Êzidî jî baş dizane, rêberên wan tên hedef girtin, ji bo wan ji hev belav bikin, nekare xweseriya xwe pêk bîne û mafê xwe bidest bixe. Ji ber vê jî destpêkê rêber û pêşengên wê ji holê radike.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê anî ziman ku ya girîng bersiva civakê ya ji van êrîşan re û wiha anî ziman:

Em dizanin li Şengalê yên hevkariyê bi wan re dikin hene.

Divê gelê me ev kesên xiyanetkar yên bi dewleta Tirk û PDK’ê re di nava hevkariyê de ne ji nava xwe derxîne.

 Sozdar avesta: Divê PDK û Tirkiye bizanin wê nekarin li şengalê serwer bin

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta di dawiyê de got:

Êrîşên çêdibin li ser îradeya gelê Şengalê û sivîlane. Ji ber vê divê şahadet bibin bingeha derketineke mezin û xwedî derketinê. Yan wê nekarin weke berê fermanê li wir bicîh bibin.

Back to top button