Neftalî Bennett doh cara pêşî weke serokwezîrê Îsraîlê gihişt Îmartê.
Îsraîl bi vê serdanê hem dixwaze pêwendiyên xwe li gel welatên Erebê bihêz bike û hem jî bazirganiyê pêş bixe.
Neftalî Bennett beriya birêkeve, daxuyaniyeke kurt da û got;
Em ê hevkariya di navbera herdû aliyan de bihêz bikin. Bi taybet jî aborî û bazirganî.
Serokwezîrê Îsraîlê li balafirgeha Ebû Dabî ji aliyê wezîrê karê derve ê Îmaratê Şêx Abdullah Bin Zayîd ve hat pêşwazîkirin.
Bi vê yekê yekemîn serdana fermî ya serokwezîrê Îsraîlê ji bo welatên Kendavê pêk hat.
Tebaxa 2020’an di navbera Îsraîl û Îmaratê de Peymana Abraham hat mohrkirin.