G-7 Rûsya Hişyar kir: Eger hun êrişî Ukraîne bikin wê berdêl giran be

Civîna welatên Koma G7’an ku 2 rojan dewam kir, doh bi dawî bû.

Di civînê de 2 welat hatin hişyarkirin.

Rûsya ji ber hewldana êrişa li dijî Ukraîne.

Û Îran jî ji ber bernameya nuklerî.

7 welatê herî dewlemend ên cîhanê, Amerîka, Îngilîstan, Almanya, Fransa, Kanada, Japon û Îtalya, li ser asta wezîrên karê derve kom bûn.

Civîna li bajarê Îngilîstanê Lîverpoolê 2 rojan dewam kir.

Û ji encama wê hişyarî ji bo Rûsya û Îranê derket.

Wezîrên Koma G7’an bi yek dengî îşaret bi encama giran a êrişa li dijî Ukraîne kirin û gotin;

Wê berdêla wê ji bo Rûsya giran be.

Endamên komê her wiha peyam dan ku ew ê yekîtiya axa Ukraine biparêzin.

Yek ji mijarên sereke ên civînê, bernameya nuklerî ya Îranê bû.

Endamên G7’an hişyar kirin ku hevdîtinên li Viyanayê ji bo Îranê şensê dawî ne û wiha gotin:

Hê dem li pêşiya Îranê heye ku peymanê mohr bike. Divê Tehran baş zanibe wê rê nedin hilberîna bombeya nuklerî.

Back to top button