Pedersen dîsa li Şamê bû Dixwazin hevdîtinên li cinêvê dîsa dest pê bikin

Viyana, Soçî, Astana, Cinêv..

Bi salane di bin navê çareserkirina aloziya Sûrî li van deveran hevdîtin pêk tên.

Lê ji yekê wan jî ti encam nehat bidest xistin.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Pedersen ji hevdîtina dewam bikin, li Şamê bû.

Heta niha li bajarê Swîsreyê Cinêvê qaşo ji bo amadekirina destûra bingehîn a nû, 6 hevdîtinên pêk hatin.

Û her carê bêyî ku ti encamên serkeftî ji wan derkevin bidawî bûn..

Tûra dawî ya van hevdîtinan 18’ê Cotmehê bû.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen ew hevdîtin weke şikandina hêviyan binav kiribû.

Tevî vê rastiyê jî Pedersen hê baweriya xwe bi desthilata Şamê û opozîsyona girêdayî Tirkiyê tîne.

Bi vê armancê Pedersên pêr gihişt Şamê û li gel wezîrê Karê Derve Feysel Miqdad civiya..

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bi vê serdanê bawer dike ku danûstandinê li Cinêvê careke din destpê bikin.

Û her carê di van serdanên xwe de dibêje, hêvî dike ku wê rêyên çareseriya aloziya Sûrî peyda bibin.

Lê ne desthilata Şamê û ne jî opozîsyona di bin kontrola Enqerê de, ne xwedî niyeta çareseriyê ne.

Ji xwe heta niha nûnerên gelê Sûrî û bi taybet herêma Bakur û Rojhilat ji ber zextên rêjîma Tirk, li derveyî van hevdîtinan hatine hiştin.

Lewma çavdêrên siyasî dibêjin, heta ev helwest wiha dewam bike, ne mumkine ku li Cinêvê çareserî peyda bibe..

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî jî dibêje, li çûn derve lazime çareserî bi tevlîbûna nûnerên rasteqîn, li Şamê pêk were.

Back to top button