Meclisa Xweser a Şengalê: Hemû saziyên li Şengalê dikarin dest bi karên xwe bikin

Li ser hişyariya Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê saziyên fermî yên Iraqê û saziyên navnetewî yên li Şengalê karê xwe rawestandibûn. Şevê din bi biryareke din, Rêveberiya Xweser ragihand hemû sazî dikarin îro dest bi karên xwe bikin.

Ji ber bêdengî û bêhelwestiya Hikumeta Iraqê li hember êrişên Tirkiyê yên li ser Şengalê Rêvebriya Xweser a Şengalê bertek nîşan da.

Rêveberiyê hişyarî da hemû saziyên hikumeta Iraqê yên li Şengalê ku kar nekin û saziyên xwe venekin.

Ji bo wê, duh hemû dezgeh û saziyên li Şengalê nehatin vekirin.

Duh Rêveberiya Xweser a Şengalê biryareke nû ragihand.

Rêveberiyê bi nivîsekê, hemû saziyên hikûmî û navnetewî yên li Şengalê agahdar kir ku dikarin êdî dest bi karê xwe bikin.

Back to top button