PDK welatparêzekî din ê ji Bakurê Kurdistanê dersînor kir

Piştî Hasan Kaçar, vê carê Gûngor Alp. Hêzên PDK’ê welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê Gûnor jî ku di heman demê de endamê HDP’ê ye dersînor kir. 

Endamê HDP’ê Gûngor Alp ji ber doza siyasî ya Kurd berê xwe da Başûrê Kurdistanê.

Lê belê li wir jî rastî zextan hat û vê carê ne ji AKP, ji hêzên PDK.

Gûngor Alp diyar kir asayîşê destpêkê jê re agahî şandine û gotine “divê tu ji Hewlêrê derkevî”.

Dema Gûngor nexwestiye derkeve, 10’ê Kanûnê asayîşa Hewlêrê hatine û ew bi zorê derxistine.

Alp ragihand piştî ew hat Silêmaniyê buroya NY ya Silêmaniyê ew ji bo hevdîtinê vexwendine.

Piştî vê hevdîtinê, wê îro Gûngor Alp têkildarî zextên PDK’ê û dersînorkirinê daxuyaniyeke çapemeniyê bide.

23’yê Mijdarê jî welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê û endamê HDP’ê Hasan Kaçar jî li gel malbata wî hatibû dersînorkirin.

Back to top button