Riham Hese: Li dijî sûcên dagirkeriya Tirk serî hildin

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen, Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Bedir Ziyadî li dijî êrişên li ser Şengalê bertek nîşan da û ev êriş bi lawaziya hikumeta Iraqê ve girê dan. Endamê Desteya Rêveber a PYD`ê Ehmed Şêxo dibêje ” Bûyerên li Şengalê diqewimin pilankirî ne”.

Êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê dema dawî zêde bûne û li hember van êrişan hem hikumeta Başûr û hem jî ya Iraqê bêdeng in.

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen li ser van êrişan Şengalê ji ajansa Rojnews re axivî û diyar kir ger rewş wiha dewam bike wê helwesta Şengalê cûda be.

Bedir Ziyadî: Êriş encama lewaziya hikumeta Iraqê ye

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Bedir Ziyadî jî li dijî van êrişan bertek nîşan da.

Bedir Ziyadî diyar kir ku dûbarebûna van êrişên dewleta Tirk li Şengalê, derencama lewaziya Hikumeta Iraqê ye.

Ehmed Şêxo: Bûyerên li Şengalê diqewimin plankirî ne

Li dijî heman sûcî, Endamê Desteya Rêveber a PYD`ê Ehmed Şêxo ji ajansa nûçeyan a Hawarê re nirxandin kir.

Ehmed Şêxo destnîşan kir ku bêdengiya navneteweyî hêzê dide dewleta Tirk ku sûcên xwe bidomîne.

Ehmed Şêxo diyar kir ku êrişên li ser Şengalê plankirî ne û bûyerên sala 2014’an tîne bîra mirov.

Back to top button