Vîrûsa Omicron..Îngilîstanê asta alarmê hat bilindkirin

Welatên Ewrûpa ji ber vîrûsa Omicron di nava amadebaşiyê de ne. Yek ji wan Brîtanya ye. Hin welatên din ên Ewrûpayê jî plan dikin ku tedbîrên li dijî vîrûsê bişidînin.

Vîrûsa Omîcron ku li Başûrê Afrîkayê derket holê, her diçe li welatên Ewropayê belav dibe.

Di rewşa heyî de metirsî heye ku pêketiyên Omîcronê li parzemîna Ewrûpayê zêde bibin.

Di nava 24 saetên dawî de li Brîtanyayê hezar û 239 kes bi Omîcronê ketin.

Serokwezîr Borîs Johnson ji ber zêdebûna pêketiyan hişyar kir û got,

Vîrûs bi lez belav dibe.

Eşkere ye ku wê zextên li ser pergala xizmetên tendirûsiyê jî zêde bibin.

Weke gava pêşî ya tedbîran, serokwezîrê Brîtanyayê bang li welatiyan kir ku ji bo cara sêyemîn derziya li dijî vîrûsê li xwe bidin.

Di vê navberê de li Rûsya û Tirkiyê jî vîrûsa Omîcronê hat dîtin.

Back to top button