EMERÎKA JI TIRKIYÊ RE: “EGER TIRKIYÊ S400 BIKIRE WÊ F-35 NEBÎNE”

Kirîna S 400’ên Rûsî ji aliyê tirkiyê ve, Emerîka û tirkiye li hemberî hev sor dike.

Her dawî Meclisa Parlamenterên Emerîkî biryarnameya qedexekirina firotina balafirên F-35 ji dewleta Tirk re nîqaş dike.

Li gorî malpera Defense News, Meclisa Parlamenterên Amerîkî ragihand ku eger dewleta Tirk kirîna fûzeyên S-400 yên Rûsî temam bike, wê kirîna balafirên F-35 yên Amerîkî li ser wê were qedexekirin.

3 endamên komîteya hêzên leşkerî di meclisê de biryarnamek der barê vê yekê de pêşkêş kir.

Ev yek wê tevlî biryarnameya ku ji aliyê hin parlamenterên din ve hatiya pêşkêşkirin bibe û di bin navê “parastina asîmanê NATOyê ya 2019’an” hate diyarkirin.

Parlamenter John Garamendi diyar kir ku bikaranîna fûzeyên S400 li gel balafirên F-35 wê teknîkên razî yên van balafiran têxe xeteriyê.

Her wiha wê sîstema parastin û ewlekariya hevbeş a endamên NATO yê bixe xeteriyê.

Ev biryaraname wê peyameke xurt û girîng bide Tirkiyê.

Ji ber vê yekê kirîna S-400 nayê qebûlkirin.

Tê payîn ku wê radestkirina F-35’ên despêkê vê Havînê pêk were.

Lê nakokiyên di navbera herdu welatan de diyar dike ku wê ev bazar negihêje serî.

Leave a Reply

Back to top button