Gerîlayan li herêma Xakurkê li leşkerên Tirk ên dagirkeran xistin. Di encama çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de,10’ê Kanûnê li qada Girê Kevortê a Xakurkê hêzên me li çepereke dagirkeran xistin.
Di encama vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, çeperek û 2 kamerayên mobesse hatin rûxandin.”
HPG’ê ragihand 12’ê Kanûnê artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer bombe li qada Kafya ya herêma Garê û li derdora Çemê Zê û qada Sîda yên herêma Zapê barand.