Diyaloga di navbera Îran û Erebîstana Siûdî de bidawî bû

Riyad û Tahran dixwazin aloziya bi dehê salan ya navbera xwe de bidawî bikin.
Ji bo vê yekê di nava sala 2021’an de dest bi danûstandinên berfireh hate kirin.
Li paytexta Urdun Emanê civîna diyaloga ewlehiyê di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de bi beşdarbûna pisporên ji her du aliyan bi dawî bû.

Li gorî ajansa fermî ya Urdunî ‘Petra’, di civîna li peymangeha erebî ya lêkolînên ewlehî ku navenda wê li Emanê ye, gelek dozên ewlehî û teknîkî hatin nîqaşkirin û girîngî dan sînordarkirina gefên moşekan.

Her wiha rewşa tedbîrên fermî ji bo avakirina baweriya di navbera her du aliyan de nexasim a girêdayî bernameyê nukleerî yê Îranê, hevkariya di aliyê sotemeniya nukleerî û hin aliyên din hate nîqaşkirin.

Sekreterê giştî yê peymangeha erebî ya lêkolînên ewlehiyê Dr. Eymen Xelîl ku ji ajansê re wiha got:

“Di civînê de rewşên rêzdariyê di navbera her du aliyan de hebû.

Her wiha xwesteka her du aliyan di geşkirina têkilî û xurtkirina aramiya herêmî hebû.

Ev yek jî bandorê li geşkirina gelên herêmê dike.”

Xelîl diyar kir ku zêdetir civînên navbera her du aliyan wê di demeke nêz de were lidarxistin da ku encamên diyaloga ewlehî, teknîk û dayîna detayan were şopandin.

Back to top button