Dolar li pêşberî lîreyê Tirkî 14,75 dest bi hefteyê kir

Serokê rejîma AKP’ê Erdogan niha ji bi navê “Modela Tirkiyê” civakê hejar dike.
Bi modela ku Erdogan israr dike re roj bi roj nirxê Lîreyê Tirkî (TL) li pêşberî dolar dadikeve.
Dolar li pêşberî TL 14.75 dest bi hefteyê kir.

Lîreyê Tirk di asteke bêqîmet de dest bi hefteyê kir.

Dolarek bû 14.75 TL, Euroyek jî bû 16.65 TL.

Sterlînek jî 19 TL derbas kir.

Tevî vê yekê Wezîrê Maliyeyê yê Tirk Nûreddîn Nebatî di mijara zêdekirina faîzê de got ku ew teqez bi biryar in.

Wezîr Nebatî ji çapemeniya di bin kontrola desthilatdariyê de ye axivî.

Nebatî îdîa kir ku modela wan a aboriyê ‘Ne ya Çînê yan jî ne Koreya Başûr e’ modela wan ‘Modela Tirkiyeyê’ ye.

Aborînas jî dibêjin, ger çareseriyeke guncaw ji bo rewşa heyî neyê dîtin, beriya 2022’an wê nirxê dolar 15 TL derbas bike.

Li Dijî hejariyê bi hezaran kes li Stenbolê daketin qadan

Li hemberî vê rewşa kembax li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê bi hezaran kes li hember qeyrana aborî û xirabûna rewşa debarê civiyan.

Mîtîng ji aliyê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger a Tirkiyê (DISK) bi dirûşma “Êdî Bes e, em nikarin debara xwe bikin” hat organîzekirin.

Hejmarek siyasetmedar û alîgirên partiyên mixalefetê jî beşdarî mîtîngê bûn.

Back to top button