Hikumeta demkî ya Lîbya: Me erkê xwe yê welat gihandina hilbijartinê bicih anî

Li Lîbya her roja derbas dibe dema hilbijartinên li welat nêz dibin.
Namzetên serokomariyê êdî diyar bûne.
Yek ji wan jî Ebdulhemîd Dibeybe ye.
Dîbeybe demekin ji hilbijartinê re mayî erkê xwe dewrî cîgirê xwe Ramazan Ebu Cenah kir.
Ebu Cenah jî ragihand ku wan erka ya ji bo rêbertiya welat ber bi hilbijartinan ve bi cih aniye.
Di vê navberê de, Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) ji bo girtina Seyfulislam Qeddafî daxwaza piştevaniya navnetewî kir.

Li Lîbya hilbijartinên giştî yên li welat wê di 24’ê Kanûnê de pêk werin.

Ramazan Ebû Cenah ku li cihê Abdulhamîd Dîbeybe yê Serokwezîrê Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî (UBH) ya Lîbyayê wek wekîl hat tayînkirin, li paytext Trablusê bi wezîran re civiya.

Piştî civînê Ebû Cenah daxuyanî da çapemeniyê û wiha got:

“Hikûmetê erka xwe ya ji bo derbaskirina welat ber bi hilbijartinên 24’ê Kanûnê ve bi cih anî.”

Ebû Cenah diyar kir ku ewê hikumetê radestî desthilatdariyê ji sindoqê derketî bikin.

Wezîrê Karên Hundirîn Xalid Mazin got;

Wezaretê erkê xwe ji bo parastina navendên hilbijartinan û temamkirina prsoya dengdanê wek tê xwestin bicih aniye.

Wezîra Dadê Halîme Îbrahîm jî diyar kir ku wan çavdêrên navneteweyî vexwendibûn ku di pêvajoya hilbijartinê de çavdêriyê bikin û piştgiriya teknîkî bikin.

Serokwezîr Ebdulhemîd Dîbeybe hefteya borî dema ku ji bo hilbijartinên serokomariyê namzetiya xwe danî, posta serokwezîrtiyê radestî cîgirê xwe Ramazan Ebû Cenah kiribû.

Di civînên a Foruma Diyaloga Siyasî ya Lîbya ya bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî de, biryar hat dayîn ku her du hilbijartin di 24’ê Kanûnê de bên kirin.

Dadgeha Cezayan a Navnetewî: Ji bo girtina Seyfulîslam Qedafî bi me re bibin alîkar

Hemwextî van bûyeran, ji Dadgeha Cezayan a Navnetewî biryarek derket.

Di daxuyaniya nivîskî ya li ser hesabê Twîtterê yê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (DCN) de, ji gumanbarên ku der barê wan de biryara girtinê hatiye dayîn hêj 12 kes nehatine girtin.

Yek ji van jî kurê lîderê berê yê Lîbya Mûamer Qezafî, Seyfulîslam e.

Tevî astengiyên hatin derxistin jî Seyfulislam Qeddafî niha yek ji namzetên serokomariya welate.

Berdevkê Dadgeha Cezayan a Navnetewî Fadî el-Abdullah jî dibêje namzetiya Seyfulîslam wê biryara der barê wî de neguhere.

Back to top button