Hêzên hikûmeta Şamê deverên çeteyên li Idlibê bombebaran kir

Di navbera Hêzên hikûmeta şamê û çeteyên dewleta Tirk de şer dewam dike.
Hêzên hikûmetê gundewarên Idlibê û balafirên şer ên Rusya jî li Dêrazorê deverên DAIŞ’ê bombebaran kir.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê hêzên hikumeta Şamê vê sibê deverên li Mentef, Merbilît û Marzaf ên başûrê Idlibê bombebarankirin.

Hat diyar kirin dibistaneke li Marzafê bû armanca êrişan.

Li aliyekî din jî, dewleta Tirk a dagirker bi moşekan nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên nêzî rêya navneteweyî a Şam-Heleb li başûrê Idlibê bombebaran kir.

Hêzên hikumeta Şamê jî eniyên şer ên li Hemayê û çiyayê Zawiye yê Idlibê dan ber topan.

Balafirên Rusyayê li çolistana DêraZorê cihên DAIŞ’ê bombebaran kir

Her wiha çavdêriyê da zanîn ku Balafirên Şer ên Rusyayê jî êrişî deverên DAIŞ’ê yên li çolistana El Misreb a li Dêrazorê kirin.
Hat diyar kirin gelek moşek li deverên DAIŞ’ê hatine xistin.

Back to top button