Çalakiya Sêmalka 70 roj li pey xwe hişt û hê jî PDK’ê bêdenge

Çalakiya malbatên şehîdan a li deriyê Sêmalka 70 roj in dewam dike.
Koma Qamişlo çalakî ji koma Amûdê dewr girt û careke din bang li PDK’ê hat kirin ku cenazeyên şehîdan bide malbatên wan.

Îro endamên meclisa navçeya Şerqî ya Qamişloyê çalakî ji koma Amûdê dewr girt.

Di çalakiyê de berdevka Kongra Star ya Qamişloyê Şaxa Xelîl axivî û got:

“Ev 70 roj e jin, mêr, ciwan û kal û pîr ji bo wergirtina cenazeyên şehîdên me, li vir in.

Divê saziyên Mafên Mirovan li hember PDK’ê helwestê nîşan bidin.”

Şaxa îşaret bi êrişên dewleta Tirk kir û got:

“Êrişên Tirkiyê ên li hemberî Rojava, Başûr û Şengalê bê navber dewam dikin.

PDK’ê jî piştgiriyê dide van êrişan. Li qadên gerîla rê nîşan dide, agahiyên îstîxbaratî dide , lewma jî xayin e.”

Şaxa Xelîl di dawiyê de diyar kir heta ku ew cenazeyên xwe wergirin dê ev çalakî bidome.

Back to top button