
Ciwanên şoreşger ên Sûrî ji bo piştgiriya berxwedana gerîla, şermezarkirina êriş û hevkariya PDK’ê û her wiha ji bo azadiya Rêber Apo, dest bi meşeke dirêj kirin.
Bi sedan ciwan li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamşlo kom bûn û dest bi meşa dirêje kirin.
Meşa dirêj dê sê rojan û heta deriyê Sêmalka dewam bike.
Ji bo piştgiriya Berxwedana Gerîlayan, şermezarkirina siyasetên PDK’ê û hevkariya wê bi Dewleta tirk re û her wiha ji bo azadiya Rêber gelê Bakur û Rojhilatê her di nava çalakiyan de ne.
Ciwanên şoreşger ên Bakur û Rojhialtê Sûriyê bi vê armancê û di bin slogana ” Gerlîa Rûmeta Me Ne, Toldildan Soza Me Ye” meşeke dirêj ji bajarê Qamişlo ber bi Deriyê Sêmalka ve destpê kir.
Bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûrî û Yekîtiya Jinên Ciwan îro dest bi meşa xwe kir.
Meşa dirêj ji Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li Qamşlo dest pê kir û dê di bajarên Tirbespiyê, Çil Axa, Rimêlan û Girkê Legê re heta Deriyê Sêmalka bidome.
Meşa ciwana dê 3 rojan dewam bike.
Ciwanan di meşê de pankartên “Dem Dema Azsdiyê Ye”, “Gerlîa Rûmeta Me Ne, Toldildan Soza Me Ye” hildan û sloganên ku siyaseta PDK’ê şermezar dikin berz kirin.
Beriya ku ciwan meşa xwe dest pê bikin, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan kom bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê endama rêveber a Yekîtiya Jina Ciwan Medya Mihemed axivî.
Medya Mihemed diyar kir armanca wan ji vê meşê têkbirina planên dijminê Kurdan û bilindikirina tekoşînê dijî êrişan e.
Dayîk û bavên welatparêz jî ji bo piştgiriya meşa ciwanan û oxirkirina wan li Goristanê kom bûn û bi govend û tiliyan piştgiriya wan kir.
Meş îro wê bigihêje bajarê Tirbespiyê.