Têkildarî êrişên Tirk û bêdengiya Iraqê li Şengalê civîn pêkhat

Doh, li Şengalê, derbarê êrişên dewleta Tirk û bêdengiya Hikûmeta Iraqê ya li hemberî êrişan, civînek hate lidarxistin.
Koordînasyona TAJÊ jî têkildarî êrişên li dijî Şengalê, li cihê ku Merwan Bedel hatibû şehîdxistin daxuyaniyek da.

Di civîn û daxuyaniyê de, bang li gelê Şengalê hate kirin ku li ber êrişan rabin.

Duh li navenda Şengalê li Meclîsa Gel, derbarê êrişên dewleta Tirk û bêdengiya Hikumeta Iraqê ya hemberî êrişan de civînek hate lidarxistin.

Di civînê de endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel, ji rêveberiya Meclîsa gel a navenda Şengalê jî Şêx Mûrad amadebûn.

Neam Bedel:Ji ber gelê Êzidî li dijî peymana 9’ê Cotmehê disekinin dibin hedefa êrişan

Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel, di civînê de behsa êrişên dawî yên ser Şengalê û hêzên ku dibe sedema van êrişan kir.

Neam di serî de îşaret bi êrişa li dijî Meclîsa Gel kir û got, cihê ku pirsgirêkên civakê dihatin çareser kirin, dewleta tirk ew der hedef girt.

Neam destnîşan kir, Hikûmeta Iraqê jî bi bêdengiya xwe dibe hevkarên van êrişan û wiha got:

“Em ti carî van bêdengiyan qebûl nakin, ji ber ku ev pêkanînên peymana 9’ê Cotmehê ne.”

Neam diyar kir ji ber ku gelê Êzidî li hemberî vê peymanê disekinin û nahêlin pêkbê, êriş li dijî wan pêk tên.

Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel dawî de ji civaka Êzidî xwest li dijî êrişan bibin yek û rabin ser xwe.

Şêx Mûrat: Heta niha hikûmeta Iraq tiştek ji Êzidiyan re nekiriye

Endamê Meclîsa Gel ya navenda Şengalê Şêx Mûrat jî di civînê de axivî û êrişên dawî yên li dijî Şengalê nirxand û ev tişt anî ziman:

“Heger em Iraqîne çima Iraq dihêle balafir bi ser me de bifirin û bombebaran bikin. Heta niha Iraq tiştek ji Êzidiyan re nekiriye.”

Jina Êzidî ya bi navê Emîne Şengalî jî ku tevlî civînê bûbû daxuyand ku sedema bêdengiya Iraq û hêzên derve ji ber hevkariya bi dewleta Tirk û PDK’ê reye.

Koordînasyona TAJê li cihê Merwan Bedel lê hate şehîdxistin daxuyaniyek da

Li aliyê din, li cihê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel lê hatî şehîdxistin, daxuyaniyek ji aliyê koordînasyona TAJÊ ve hate dayîn.

Di dema daxuyaniyê de malbata şehîd Merwan Bedel jî amade bûn.

Daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hiço ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya NATO, hevkariya PDK, Iraq û xiyanetkaran, fermana 2014’an a ji bo qirkirina Êzidiyan dewam dike.

Di daxuyaniyê de carek din hate bibîrxistin ku Koalîsyona Navnetewî û Iraq ji van êrişan berpirsyarin.

Malbata şehîd Merwan Bedel: Em ê kesên hevkarê dijmin tucar efû nekin

Piştî daxuyaniyê li ser navê malbata şehîd Merwan Bedel Hilwa Xelef axivî.

Xelef da zanîn ku ew ê, kesên hevkarê dijminin, tucar efû nekin.

Piştî daxuyanî û axaftinan, li cihê Merwan Bedel lê hatî şehîdxistin, gul hate danîn û mûm pêxistin.

Back to top button