Dagirkeran êrişî rêya M4 kirin, welatiyek birîndar bû

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê bênavber dewam dike. Di êrişa dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ya li ser rêya M4 welatiyek birîndar bû. Li aliyekî din jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Til Temirê topbaran kir.

Îro dewleta Tirk dagirker û çeteyên wê êriş birin ser rêya M4 a dikeve rojavayî navenda navçeya Eyn Îsayê.

Li gorî nûçeya ANHA’yê di encama êrişê de welatiyê bi navê Hesen Mihemed Ebd-Ellah birîndar bû.

Dewleta Tirk gundê Tewîla yê navçeya Til Temirê da ber topan

Her wiha dagirkeriya Tirk gundê Tewîla yê girêdayî navçeya Til Temirê bi çekên giran bombebaran kir.

Êrişan heta êvarê jî dewam kirin û derbarê encama êrişan de agahî nehatin bidest xistin.

Back to top button