Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanên QSD`ê Sîpan Hesekê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê oxir kirin.
Şervanên QSD`ê Silêman El-Zahir bi nasnav Sîpan Hesekê li gundewarê Dêrazorê dema li ser erka xwe bû şehîd bû.
Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şehîd ji ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê ve ketin rê.
Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, QSD`ê û PYD axaftin hatin kirin.
Kesên axivîn rola şehîdan a di rizgarkirina herêman ji çeteyan anîn ziman.
Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd Sîpan di nav tilîliyên dayikan de spartin axê.