KCK: Desthilata dagirker bi darbên giran ên gerîlla wê hilweşe

KCK’ê encama çalakiya li herêma Zapê ya li dijî hêzên artêşa Tirk weke serkeftina mezin binav kir. KCK got; “Rêjîma AKP’ê bi êrişên leşkerî yên dagirkeriyê hewl dide desthilata xwe bidomîne. Lê ev rêjîm wê bi darbên giran ên gerîlla hilweşe.”

Ji ber çalakiya li herêma Zapê, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek da û gerîllayên li wir pîroz kir.

Hevserokatiyê bi bîr xist ku dewleta Tirk beriya 8 mehan dest bi tevgera dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û got:

Armanca dewleta qirker ew bû ku di nava 15 rojan de herêmê bi temamî dagir bike.

Lê belê mîna Garê li van deveran jî têk çû.

Niha bi çalakiyên gerîla, dagirker li cihên ku lê ne di nava kabûsê de ne.

Gerîllayên me li Zapê ji gelek baskan ve bi ser çeperên leşkerî de çûn û derbên giran li wan dan.

Rêjîma AKP’ê ku dixwaze desthilatdariya xwe bi rêya dagirkeriya leşkerî dewam bike, bi derbên ji gerîla dixwe, wê têk biçe.

Gerîlayên me ku di bin fermana şehîdan, gelê me û Rêberê me de ne, li her derê wê bibin tirs û xofa artêşa dagirker.

Hevserokatiya Konseya Rêveber diyar kir ku rêjîma Tirk tenê bi kuştin û qirkirina Kurdan dixwaze xwe li ser piyan bigire û wiha dewam kir:

Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê wê weke desthilatdariya êşkencekar û qirker cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de bigre.

Bi mejiyê DAÎŞ’ê êrişî yek ji gelên herî mezlûm ê cîhanê Êzdiyan dike.

Li zindanan pergala êşkence û zilmê ava kiriye.

Destavêtinê weke rêbazeke şikandina îradeyê li dijî gelê Kurd bi kar tîne.

Bi çekên kîmyewî hewl dide gerîllayên Kurdistanê tine bike.

Êrişê cenazeyên şehîdan dike .

Gel û gerîlayên Kurd çawa ku DAÎŞ têk birin, wê vê desthilatdariyê hilweşîne.

Back to top button