Li bajarokê Rimêlanê ya Girkê Legê jinên ciwan yekemîn çayxaneyek li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekirin.
Ev proje ji aliyê şêniyan ve bi coşekê hat pêşwazîkirin.
Çayxane bi armanca jiholêrakirina hişmendiya baviksalarî hate vekirin.
Di çayxaneyê de 4 jinên ciwan dixebitin û tê de gelek cure xwarin û vexwarin peyda dibin.
Ji berpirsên çayxaneyê Menal Îsa destnîşan kir ku sazî û kooperatîfên jinan û Kongreya Star ji bo vekirina vê projeyê destek daye wan.
Ebîr Hebîb jî ji berpirsên vê projeyê ye diyar kir ku di demên pêş de ew ê çayxaneyê fireh bikin û cureyên din ên xwarinê peyda bikin.