Malbatên Şehîdan ên Efrînê: Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze gelê Kurd qir bike

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê êrişên Tirkiyê yên li ser Şengalê bi tundî şermezar kirin û diyar kirin ku dewleta Tirk dixwaze Kurdan tevî bi van êrişan qir bike. Dayikên li Wargeha Mexmûr jî bang li PDK’ê û hikûmeta Iraqê kir ku nebin hevkarên êrişan û ji bêdengiya xwe derkevin. 

Gelê Kurd li her deverê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê bi hêrs e.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê bertekên tund nîşan da.

Endama Meclisê Hacer Ebdo êriş şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk kesên welatparêz dike armanc.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Emîne Qenber jî dibêje ” Armnca dewleta Tirk ji êrişan qirkirina gelê Kurd e.”

Hajer Hesen jî berrtek nîşan da û ji Kurdên xayîn re got: “Nebin kujerên gelê xwe.”

Dayikên li Wrgeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî ev êrişên bi tundî red kirin û diyar kirin ku PDK’ê û hikûmeta Iraqê bi bêdengiya xwe destekê didin van êrişan.

Back to top button