Li navçeya Esenyûrtê ya Stenbolê agir bi avahiyekê ket . 4 zarokên malbateke Sûrî jiyana xwe ji dest da.
Li taxa uçevler a navçeya Esenyûrtê ya Stenbolê, agir bi avahiyeke 3 qat ket.
Di encama vê şewatê de 4 zarokan jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.
Zarokên bûne qurban ev in:
Besme Hammûd 5 salî.
Şahîn û Ahmet Hammûd 9 salî.
Selva Hammûd yek salî.
Hat ragihandin ku dema şewatê 6 kes di hundir de bûn û dayika wan Fatma Hammûd tenê Şakir Hammûd ê 2 salî xelas kiriye û nekariye ên din xelas bike.
Dayik û kurê 2 salî tenê ji vê şewatê filitîn.
Malbata Hammûd ji penaberên Sûrî ne û li Stenbolê bi cih bûne.