‘Eger Iraq gelê me ji êrişên hewayî naparêzê, hingî rola xwe li Şengalê çi ye?

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ger Hikûmeta Iraqê gelê me ji êrişa çeteyan neparast, li hemberî êrişên hewayî jî bêdeng e. Wê demê em pirs dikin, gelo rola hêzên Iraqê di Şengalê de ji bo çiye?

Rêveberiya Xweser diyar kir ku berdêl çi dibe bila bibe ewê Şengaleke Xweser û azad ava bikin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê li ser êrişên dawî yên dewleta Tirk, helwesta hikumeta navendî ya Iraqê û helwesta gel û rêveberiya xweser a Şengalê ya li hemberî pîlanên li ser Şengalê daxuyaniyek da.

Rêveberiyê şehîdkirina Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel û bombebarankirina Meclîsa Gel a Xanesorê bi bîr xist û got:

Êriş bi taybetî li hemberî civaka Êzdî û kesên ku DAÎŞ têk birine, tê kirin.

Em van êrişan wek desteka ji bo çeteyên DAIŞ’ê dibînin.

Şehîdkirina Merwan Bedel, Seîd Hesen û Zerdeşt Şengalî tolhildana DAIŞ’ê ye.

Rêveberiyê Helwesta Hikûmeta Iraqê ya li hember êrişan jî şermezar kir û got:

Ji Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an ve, helwesta hikumeta Iraqê li hemberî gelê me ne ji rêzê ne.

Iraqê gelê me ji êrişa çeteyan neparast, li hemberî êrişên hewayî jî bêdeng e. Wê demê em pirs dikin, gelo rola hêzên Iraqê li Şengalê çiye?

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Êrişa li ser sivîl û Rojnamevanan sûc e

Rêveberiyê hedefgirtina sivîl û rojnamevanan şermezar kir û da zanîn ku êrişa li ser gelê medenî û bi taybet kesên rojnameger sûc e.

Çalakiyên li hemberî bêdengiya Iraqê li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker di cih dene.

Rêveberiya Xweser a Şengalê: PDK bi zimanê dijmin diaxive û êrişên li ser Şengalê rewa dike

Rêveberiya Xweser helwesta PDK’ê ya li dijî êrişê jî bibîrxist û wiha dewam kir:

“PDK bi rêya dezgehên xwe yên ragihandinê bi zimanê dijmin diaxive û êrişên li ser Şengalê rewa dike.

Divê baş were zanîn ku bi şehîdkirina pêşengên civaka Êzdî, em dest ji armancên xwe bernadin.

Dawiyê, Rêveberiyê helwesta civaka Êzdî ya li dijî bêdengiya NY û Hikûmeta iraqê silavkir û bang li hemû Kurdan kir ku asta têkoşîna xwe hîn zêdetir bilind bikin.”

Back to top button