Piştî 9 mehan li Hollanda hikumeta koalîsyonê pêk hat

Nêzî salekê ye, Hollanda ji aliyê hikumeta demkî ve tê birêvebirin. Tevî hilbijartin û hewildanan careke din li welat koalîsyona ji pir partiyan derket pêş. 4 partiyên berê di koalîsyona avakirina hikumetê de amade bûn, careke din li ser rêvebirina welat li hev kirin. Serokwezîrê Hollanda Rutte ev, gav bi erênî nirxand.

Li Hollandayê lêgerîna koalîsyonê ya herî demdirêj a ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn û vir ve 271 roj piştî hilbijartinan bi encam bû.

Piştî erêkirina komên partiyan wê di bin serokatiya Serokwezîr Mark Rutte de hikûmeta koalîsyonê ya ji 4 partiyan pêk tê bê avakirin.

Piştî ku hikûmeta koalîsyonê di 15’ê Çile de îstifa kir,

Piştî ku hat eşkerekirin ku nêzî 30 hezar malbat di warê alîkariya lênêrîna zarokan de rastî cudakariyê hatine, 15 Çile hikumeta Koalîsyonê îtifa kir.

Ji wê demê ve ev nêzî 11 mehin ji aliyê hikûmeteke demkî ve tê birêvebirin.

Di hilbijartina 17’ê Adarê de, careke din vebijêrka jimareke zêde ya ji partiyên koalîsyonê derket pêş.

Ji wê rojê ve piştî danûstandinên 9 mehan, hikumeta beriya niha ya ji 4 partiyan pêk dihat, careke din doh li hev kom bûn.

Di hikumeta Koalîsyonê de wê 4 partî cih bigrin

Di hikûmeta nû de wê Partiya Gel a rastgir a lîberal ji bo Azadî û Demokrasiyê (VVD) ya bi serokatiya Serokwezîr Rutte, Partiya Demokratên 66 (D66), Partiya Demokrat a Xiristiyan a muhafezekar (CDA) û Partiya Yekîtiya Xirîstiyanan (CU) ku pêşengiya wê dike, cih bigire.

Danûstandinên koalîsyona ku van partiyan 4 sal berê ava kiribûn di 255 rojan de bi dawî bû.

Peymana koalîsyonê wê îro pêşkêşî komên parlemanî yên partiyên di hikûmetê de bê kirin.

Piştî erêkirina komên partiyan wê roja Çarşemê protokola hikûmetê bê îmzekirin.

Paşê wê peyman ji bo erêkirinê pêşkêşî Meclîsa Nûneran bê kirin.

Piştî diyarkirina Civata Wezîran, tê payîn ku hikûmeta nû di hefteya duyemîn a sala nû de dest bi kar bike.

Di hikûmetê de wê 30 wezîr hebin.

10 jê wê bibin yên wezaretên dewletê.

Tê diyarkirin ku wezaret wê di navbera wekîlên jin û mêr de wekhev bên belavkirin.

Rutteyê ku wê cara 4’emîn li Hollandayê li ser kursiyê serokwezîriyê rûne, peyman bi erênî nirxand.

Back to top button