Qadeke mezin a qeşaya Antartîka dibe ku parçe bibe

Zanyaran ragihandin ku li Antarktîkayê qadeke qeşayê dibe ku di nava pênc salan de parçe bibe. Eger parçe bibe wê di asta ji sedî 25’an de tevkariyê li bilindbûna asta deryayê bike.

Zanyaran di civîna doh a Yekîtiya Jeofîzîk a Amerîkayê de hişyarî dan ku qadeke berfireh a qeşayê ya li Antarktîkayê di nava pênc salan de dikare parçe bibe.

Qeşa Thwaitesê ku bi qasî Floridayê mezin e, di asta ji sedî 4’an de ji bilindbûna ava deryayê ya salane ya global berpirsyar e.

Li gorî dîmenên ji peykê, terk û qelşên li vê qada qeşayê ketiye, ji bo jihevketinê bêparastin dihêle.

Germahiya okyanûsê ya bilind ku kêm jî be mirovahî jê berpirsyar e, gefê li qada qeşayî ya li rojhilat dixwe.

Zanyar dibêjin, eger ev refê qeşayê parçe bibe di asta ji sedî 25’an de dikare ava deryayê bilind bike.

Helîna qeşayê ya li Antarktîkayê salên dawî hîn bêhtir bûye.

Li gorî zanyaran eger germahiya global derkeve ser sê santîgratê ya ji asta beriya pîşesaziyê, wê ev yek di asteke metirsîdar de bilindahiya deryayê mezin bike.

Zanyaran di civînê de diyar kirin ku ew li bendê ne terkên li qeşayê ketine di nava pênc salan de bike ku ev qada qeşayî parçe bibe.

Back to top button