Fransa barageha xwe ya dawî a leşkerî li Malî girt

Fransa baragehên xwe yên dawî yên li Maliyê digre. Artêşa Fransayê îro bi merasîmekê xala dawî ya barageha xwe ya li herêmê jî radestî artêşa Malî kir. Bi vekişînê re metirsiya xurtbûna komên tundraw li herêmê jî careke din xwe daye der.

Serokomarê Emmanuel Macron di Tîrmehê de ragihandibû ku ew ê heta dawiya sala 2021 dest bi girtina baregehên leşkerî yên li bakurê Malî bikin.

Di çarçoveya vê planê de Fransa 13 Mijdarê yekem car baregeha xwe ya leşkerî ya li bajarê Tessalit radestî artêşa Malî kiribû.

Piştî vê yekê leşkerên Fransî yên li vir wezîfedar bûn 15’ê Mijdarê ji xalên dawî jî derketin.

Her wiha Fransa baregeha xwe ya leşkerî ya li bajarê Kidal vala kir û radestî rêveberiya Malî kir.

Fransayê ya baragehên xwe yên li Maliyê girt, wê hebûna xwe ya li Sahelê ji bo demekê dewam bike.

Macron derbarê polîtîkayên welatê xwe yên Afrîkayê bi kurtasî wiha şîrove kir:

“Li ser daxwaza welatên herêmê em li Sahelê dimînin.

Di demeke dirêj de em armanc dikin ku li herêma Sahelê 2 hezar û 500 heta 3 hezar leşker hebin.”

Macron diyar kir ku ji bo pêşî li belavbûna Îslama radîkal a li başûrê welêt bigirin, ew ê biçin rêxistineke nû û ev yek jî wê hebûna wan a leşkerî ya li bakur kêm bike.

Di demekê de Fransa jimara leşkerên xwe yên li herêmê derxistibû 5 hezarî.

Şirovekar hişyariyê didin ku gefa îslamiyên radîkal li 5 welatên Sahelê dikare bibe sedema zêdebûna metirsiyên terorîstî:

Bi taybet jî li welat Perava Fîl yan jî Benîn.

Back to top button