Lîbya..Di navbera hêzên Hafter û Debîbe de şer derket

Di demeke ku li Lîbya amadekariyên dawî yên ji bo hilbijartinên giştî têne kirin de şer derket. Li bajarê sebha yê dikeve başûrê Lîbya, di navbera hêzên Xelîfe Hafter û komên leşkerî ya girêdayî Hikumeta Demkî de şer derket.

Malperên herêmî ragihand ku hêzên Tîma 116’an a girêdayî hikumeta demkî hewl da bi ser navenda îstîxbarata leşkerî û baregehên din ên di bin kontrola hêzên El-Keramê yên Xelîfe Hefter ên li Sebha de bigire.

Li gorî toreya Rûsya El-Yewm, di navbera her du aliyan de şer derket.

Di encama şerê bi çekên giran û navîn de, şênî ji herêmê El-Qerda koçber bûn.

Li aliyekî din her du alî hev du bi topavêjan dikin hedef.

Heta amadekirina vê nûçeyê li bajarê Sebha şer dewam dikir.

Back to top button