Essed Ebadî: Tirkiye beşek mezin ji xaka Iraqê dagirkirîye

Siyasetmedarê Iraqê Essed Ebadî derbarê girîngîya Kongreya Dîyaloga Kurd-Ereb  û destwerdana dewleta Tirk ya li dijî Iraq ê got, Tirkîye beşek mezin ji xaka Iraqê dagirkiriye.

Ne tenê Kurd, Ereb û pêkhateyên din jî ji destwerdan û dagirkerîya Dewleta Tirk bêzar bûne.

Di rewşa heyî de Dewleta Tirk beşek mezin ji xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê dagirkiriye.

Di 11’ê Kanûnê de li Bexdayê, bi beşdarbûna zêdetirî 100 kesayetên ji seranserê Iraqê, kongreya dîyaloga Kurd-Ereb hat lidarxistin.

Yek ji mijara ku di kongreyê de hat niqaşkirin û nerazîbûn hate nîşandan, dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Iraq ê bû.

Têkildarî mijarê siyasetmedarê Iraqî Essed Ebadî ji Rojnewsê re axivî û dîyar kir ku dewleta Tirk beşek mezin ji xakan Iraq ê dagirkirîye û got:

”Em destwerdana dewleta Tirk ya li ser serwerîya Iraq ê şermezar dikin. Bi rêya Kongreyên di navbera Kurd û Ereban de, herwiha bi rêya hizib, hêzên niştiman û rêxistinên civaka sivîl, em ê rê li destwerdana Dewleta Tirk ya li Iraq ê bigrin.”

Ebadî îşaret bi bê dengîya Hikûmeta Iraqê kir û got:

”Em dikarin bêjin ku ji ber lewazîya hikûmeta Iraqê û civaka navneteweyî, binpêkirina dewleta Tirk ya li dijî xaka Iraq ê dewam dikin.

Tirkîye beşek mezin ji xaka Iraq ê dagirkiriye, baregehên leşkerî avakiriye. Bê kû rê li Tirkîyê were girtin, mafê gelê Iraq ê tê binpêkirin.”

Essed Ebadî: Kongreya Kurd-Ereb bersivek bû ji bo hewldanên xirakirina têkiliyên Kurd û Ereb

Siyasetmedarê Iraqî Ebadî di dawî de bal kişande ser girîngîya kongreyê û wiha bi dawî kir:

”Kongreya dîyaloga Kurd-Ereb ya li Bexdayê, bersivek bû ji bo hewldaên têkbirina peywendîyên di navbera Kurd û Ereban de. Ev kongre pir girîng bû û dê ji bo çareserîyan gav bêne avêtin.”

Back to top button