MSD’ê li paytexta Siwêdê Stokholmê civîn lidar xist

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê civînek li paytexta Siwêdê Stokholmê lidarxist. Gelek endamên partîyan û kesaytên siyasî yên Sûrî beşdarî civînê bûn. Di civînê de mekanîzmayên avakirina opozîsyoneke demokratîk û çareserkirina aloziya Sûrî hat nîqaş kirin.

Li paytexta Swêdê Stokholmê, bi tevlîbûna Meclisa Sûriya demokratîk, civînek ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê hate lidrxistin.

Civîn li ser vexwendina komîteya amadekar a “Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk ” û bi hevkariya “Saziya Olof Palme ya Navneteweyî” hate lidarxistin.

Civîna ku nûnerên partiyên siyasî û kesayetên siyasî yên sûrî beşdar bûn, bi dirûşma “Civîna şêwirê ya hêz û kesayetên demokratî, pêwîstî, derfet û hêvî” hate lidarxistin.

Nûnerê dosyayê Sûriyê ya Wezareta Karên Derve ya Swêdê Per Ura-nus û berpirsê Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Swêdê Kenneth Fors-lud beşdarî civînê bûn.

Di civînê de mekanîzmaya avakirina opozîsyoneke demokratîk û lihevkirineke neteweyî bi armanca çareserkirina aloziya Sûrî, hat nîqaş kirin.

Seroka Saziya Olof Palme ya Navneteweyî Anna Sonds-trom axivî û bal kişand ser girîngiya lidarxistina civînên wiha ji bo misogerkirina aştî û ewlehiya Sûriyê .

Ilham Ehmed: Şert û mercên li herêmê guncav in ku projeyeke demokratîk pêk were

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed di civînê de axivî û wiha got:

“Gelê Sûrî li benda hêviyeke biçûk in, nexasim ku desthilata li Şamê bingeha xwe ya civakî winda kir. Şert û mercên li Sûriyê û herêmên din guncaw in ku projeyeke demokratîk pêk were.”

Civîna şêwirê ya ku duh dest pê kir îro di roja duyemîn de dewam dike.

Back to top button