Desteya Tendirustiyê: Testên PCR dê di 16’ê Kanûnê werin destpêkirin

Testên PCR ya vîrûsa Korona ev demeke ji ber kêmbûna madeyên wê li herêmê rawestiyane. Desteya Tndirustiyê Sûriyê ragihand ku piştî peydakirina madyên wê di 16’ê kanûnê de dest bi testan bikin.

Ji ber zêdebûna nexweşên vîrûsa Korona, Desteya Tendirustiyê di 11`ê Kanûnê de eşkere kir ku madeyên pêwîst ên ji bo testên PCR li herêmê kêm in.

Ji ber girtina Deriyê Til Koçber gelek zehmetî di peydakirina medeyên testa PCR dihatin kişandin.

Hevserokê desteya Tendirûstiyê ya Bakur û rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, piştî gelek hewldanan, wan pêdiviyên testên PCR peyda kirin.

Ciwan Mistefa eşkere kir ku dê testên PCR 16`ê Kanûnê dîsa dest pê bikin.

Back to top button