Pûtîn dixwaza hevdîtina rû bi rû li gel Amerîka û NATO kir

Hêzên Rojavayî û Rûsya ji ber meseleya Ukraine hatine pêşberî hev.

Piştî hişyariyên Yekîtiya Ewrûpa, Îngilîstan û Amerîkayê, Serokê Rûsya Pûtîn daxwaza hevdîtineke yekser kir.

Pûtîn anî ziman ku ji bo ewlekariya welatî wî, ew dixwaze li gel Amerîka û NATO bicive.

Piştî komkirina bêtirî 100 hezar leşkerî li ser sînorê Ukraine, hêzên Rojavayî Rûsya bê wê yekê tawanbar dikin ku amadekariya tevgereke dagirkeriyê dike.

Mosko jî îdîa dike ku ti planeke wan a êrişê tine ye û ya hatî kirin tenê parastina sînorê herêm Rojhilatê e.

Qesra Kremlînê ragihand ku serokdewlet Vladîmîr Pûtîn ji bo bidawîkirina aloziyê daxwaza hevdîtinên rû bi rû li gel Amerîka û NATO’yê kir.

Li gorî daxuyaniyê,

Piştî pêwendiya telefonî ya li gel serokên Fînlanda û Fransayê, Pûtîn daxwaza hevdîtina li gel NATO eşkere kir.

Pûtîn bi vê yekê armanc dike ku pêşî li belavbûna NATO a li herêma Rojhilat bigre.

Lewma Pûtîn bicihkirina çekên NATO li sînorê Ukraîne weke gefa li ser ewlekariya Rûsyayê dibîne.

Back to top button