Li Haiti kamyoneke sotemeniyê teqiya, zêdeyî 60 kesî mirin

Li Haiti berbanga roja Sêşemê, teqîneke bihêz di kamyoneke sotemeniyê de çêbû. Jimara qurbanên vê teqînê ji 60 kesî derbas kir. 

Ajansa Reuters li gorî berpirsekî Wezareta Tendurstiyê ya Haitiyê ragihand “Heta niha mirina 60 kesî hatiye piştrastkirin. Lê belê bîlançoya dawî hîna nediyar e.”

Serokwezîrê Haiti Ariel Henry duh bi malbatên qrbanan re civiya û serdana birîndarên teqînê jî kir.

Seetên berbanga Sêşemê teqîneke bihêz li bajarê Kab Haytiyan rû dabû.

Vê teqînê tevî jimara bilind a qurbanan, gelek ziyan li avahiyên derdorê jî kir.

Ev bûyer jî di wextekî de pêk hat ku ev welat ji ber kêmbûna madeyên sotemeniyê û bilindbûna buhayê xazê, gelek zehmetiyan dikişîne.

Haiti, welatekî li Amerîkaya Bakur e û bajarê ku ev teqîn lê çêbûye jî “Cap- Haitien” ji bajarên wê yên mezin e.

Back to top button