Li Malezyayê keştiya penaberan binav bû, 10 kes mirin

Li Malezyayê keştiya penaberan binav bû, 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, 29 jî winda ne. Serokê Ajansa Înfazê ya Deryayî ya Malezyayê jî got: 21 kes hatin rizgarkirin.

Xebatên lêgerîna ji bo 29 kesên winda jî dewam dikin.

Ajansa Înfazê ya Deryayî ya Malezyayê (MMEA) ragihand ku li eyaleta Johor a Malezyayê keştiyeke ku penaber tê de bûn binav bû.

Serokê ajansê Admiral Nurul Hizam Zakaria di daxuyanîya ku dayî de destnîşan kir ku zarok jî di nav de nêzî 60 kes di nava keştiyê de hebûn.

Zakariya diyar kir ku heta niha herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dane û diyar kir ku 21 kes jî hatine rizgarkirin.

Zakariya anî ziman ku lêgerîna 29 kesên winda dewam dike û got,

“Di şert û mercên dijwar ên deryayê de, keştî di derdora saet 04:30’an de binav bû.”

Back to top button