Meşa dirêj a ciwanan îro ciwan wê bigihêjin Sêmalka

Ji bo tecrîda giran a li ser Rêber Apo şermezar bikin û piştgiriya berxwedana gerîla bikin, sê roj in ciwan ji Qamişlo ber bi dergehê Sêmalka ve bi rê ketine. Îro wê li Sêmalka çalakî bi dawî bibe.

Ciwanên herêmê ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêber Apo, dest bi meşa dirêj kir.

Meş 13’ê mehê ji Qamişlo dest pê kir û duh gihaşt Girkê legê.

Ciwan ji aliyê şêniyên Girkê Legê ve bi coş hatin pêşwazîkirin.

Îro jî ji Girkê Legê ber bi dergehê Sêmalka ve bi rê ketin.

Bi vê çalakiyê, ciwan dixwazin xwe bigihînin dergehê Sêmalka ku li wir 72 roj in, konê malbatên şehîdabn vegirtî ye.

Hem tecrîda li ser Rêber Apo û êrişên Tirkiyeya dagirker şermezar dikin û hem jî destekê didin berxwedana gerîla ya bi mehan li Başûrê Kurdistanê.

Bi xwegihanda çalakiya li Sêmalka jî, ciwan banga xwe li ya van malbatan zêde dikin û siyaseta PDK û êrişên wê yên dawî şermezar dikin.

Back to top button