LI REQAYÊ TÎMA RAMKO YA RAKIRINA MAYÎNAN 15 HEZAR MAYÎN BÊ BANDOR KIRIN

Li bajarê Reqa û gundewarên wê Tîma Rojava Ramko ya rakirina mayinan 15 hezar mayin bê bandor kirin.

Di nava Tîma Rojava Ramko de tîma destwerdana lezgîn heye.

Erka wê ew e ku piştî bihîstina agahiyên girêdayî hebûna mayinekê, bi koordîneya Meclisa Sivîl a Reqayê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn re berê xwe bide cihê mayinan.

Her wiha tîmeke din jî heye ku cihê mayinê diyar dike û nîşaneyên wê dişîne ji tîma destwerdana lezgîn re da ku mayinê bê bandor bike.

Berpirsê Tîma Rojava Ramko Mistefa Salih destnîşan kir ku ev 3 sal in mayînan ji herêmên ku DAIŞ`ê dagir kiribûn paqij dikin.

Salih diyar kir ku heftane 3, yan 4 caran dixebitin û mayinan bê-bandor dikin.

Girêdayî xebatên tîmê Salih destnîşan kir ku tîmê 30 zevî li gundewarên bakurê Reqayê ji mayinan paqij kirine

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin Tîma Ramko wê tîmeke din amade bike da ku li gundewarên Dêrazorê ya rizgarkirî dest bi kar bike û mayinan bê bandor bike.

Leave a Reply

Back to top button