Ji ber bagera li Amerîkayê bi dehan kes mirin, cih û war wêran bûn

Herî kêm 80 kes mirin.. Cih war bi erdê re bûn yek. Ev rewşa kambax encama bagera ku li Amerîkayê dayî ye.

Îna derbasbûyî, li Başûr-rojavayê Amerîkayê bagereke bi hêz rabû.

Û herî zêde bandor li eyaleya Kentucky kir.

Li gorî daneyên fermî, herî kêm 80 kes mirin û hê jî aqûbeta bi dehan kesî ne diyar e.

Dîmenên bi rêya drone hatin kişandin asta malwêraniya bagerê raxist ber çavan.

Ji dîmenan diyar dibe ku gelek avahî û kargehên li bajarê Mayfield rûxiyan e.

Back to top button