Rojnamevanên Başûr: Eger dîzî nebe 75 mîlyon dolar li ku hat

Li Başûrê Kurdistan gel ji ber bêkarî, dizî, gendeliyê nema dikarin debara xwe bikin.

Herî dawî derket holê ku bi qasî nirxê 75 milyon dolaran avahiyên Barzaniyan li Amerîkayê hene û gel jî birçî ye.

Rojnamegerên Başûrê Kurdistanê li hember vê gendeliyê nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin Eger dizî û gendelî nebe 75 milyon dolar çawa peyda dibe, ev hemû perê vê gelê ye.

Roja 7’ê Kanûnê Rojnamevan Zack Kopplin ku li navendeke lêkolîn û fikrî ya Amerîkayê kar dike, lêkolîneke xwe ya derbarê mal û milkên Barzaniyan ya li Amerîkayê de ji raya giştî re eşkerekir.

Kopplin belgêyên têkildarî sermaya Barzaniyan a li Amerîkayê di rojnameya The Amarican Prospect û malpera www.prospect.org de parve kir.

Rojnamevan Zack Kopplîn dibêje li gorî belgeyan bi qasî nirxê 75 milyon dolaran avahiyên Barzaniyan li Amerîkayê hene.

Piştî belavkirina van belge û zanyariyan, carek din gendeliya berpirs û bazirganên PDK’ê cihe xwe di rojevê de girtiye.

Li ser mijarê Rojnamevanên Başûrê Kurdistanê ji ajansa Rojnewsê re axivî.

Rojnamevan Siware Bîlal balkişand li ser gendeliyê û got:

“Eger temaşeyî derdora xwe bikin, em ê bibînin, cûdahiya di navbera jiyana rêveber, berpirsiyarên başûrê Kurdistan û gel de.

Ev jî nîşaneyeke ku li başûrê Kurdistanê gendeliyek bêhejmar heye.

Yên sûd ji sermaye û bûdceya vî welatî sûd digirin tenê berpirs û neviyên malbata Barzanînin.

Vîlaya Mesrûr Barzanî ya li Miami yek ji mînakên gendeliyê ye. Divê çavkaniya vê pirsê were vekolîn.”

Rojnameger Hêmin Ehmed: Gel nan nîne bixwe, lê rêveberê me bi perê gel milk dikirin

Rojnameger Hêmin Ehmed jî diyar kir ku ger dizî nebe ev berpirsên me vê 75 mîlyon dolarî li ku anîne.

Hêmin Ehmed wiha berdewam kir:

Bi vê perê pirsgirêka Mamosteyan ya xwendekaran dihate çareser kirin.

Peşmerge xanî nîne, nan nîne bixwe rêveberê me diçin bi mîlyonan milk dikirin. Rastî Li cîhanê mîna vê hikûmetê nîne.

Back to top button