KNK’ê: Gelê Kurd û Gerîlla bi berxwedanê bersivê didin êrişa dagirkeran

Encamnameya Civîna Konseya Rêveber a KNK’ê hat eşkerekirin. Li gorî vê, Ji bo doza gelê Kurd, ji Amerîka heta Rûsyayê, ji Ewrûpa heta Rojhilata Navîn biryar hat dayîn pêngaveke dîplomaisyê destpê bike.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê 11’ê Kanûna 2021’ê bi beşdariya piraniya endaman civîna xwe pêk anî.

Encamnameya civînê bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin û tê de rewşa beşên Kurdistanê bi berferehî hat nirxandin.

Li gorî vê,

Li Bakurê Kurdistanê ji Tîrmeha 2015’an ve, şerê man û nemanê, tê meşandin.

Ev şer dem bi dem derbasî Rojava û Başûr jî dibe.

Di van şeş sal û nîvan de êrişên dijwar ên li ser bajarên Kurdistanê, nîşaneya daxwaza dewleta Tirk a qirkirina Kurdan e.

Her çendî di vî şerî de gelê Kurd berdêlên giran dabe jî li bi pêşengiya gerîlla berxwedan û lehengiyeke mezin raber kir.

Êdî wisa lê hat ku di encama têkoşîna Kurdan de, rêjîma Tirk ji taqetê ket.

Bi taybetî jî berxwedana ku li devera Metîna, Zap û Avaşîn, tê meşandin nîşaneya vê yekê ye.

Ji ber vê têkçûna dîrokî, dewleta Tirk bêyî ku guh bide pîvanên navnetweyî, li hemberî gelê Kurd û gerîllayên wî çekên kîmyewî bikar tîne.

Encama Civîna KNK’ê: Parastina destketiyên rojava erka sereke ye

Konseya Rêveber a KNK’ê ji bo rewşa Rojavayê Kurdistanê jî ev xal destnîşan kirin:

Li gel hemî gef û êrişan jî, nêzî 10 salan e ku li vî beşê welat rêveberiyek heye.

Her çendî ev rêveberî xwedî ruhekî Kurdistanî be jî lê xwe dispêre îradeya hevbeş a gelan.

Di rewşa heyî de gef û êrişên li ser Rojava berdewamin.

Dewleta Tirk, hê jî li pey dagirkirina deverên din ên Rojava ye.

Li dijî van gef û êrişan berxwedana Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrî jî
serkeftî û pîroze.

Ji bo parastina deskeftên Rojava û ji bo bidestxistina statûyek destûrî, wê KNK’ê her di nava xebat û çalakiyan de be.

Encama civîna KNK’ê: Aloziyên li Başûrê dibin sedema koçberiyê

Têkildarî Başûrê Kurdistanê wiha hat gotin:

Êrişên vê dema dawî yên DAIŞ’ê parçeyek ji siyaseta li dijî statûya Kurdistanê ye.

Li aliyê din diyare ku aloziyên li Başûrê Kurdistanê zêde ne.

Ji aliyê azadî û demokrasiyê, rewş ber bi xirabiyê ve diçe.

Ev jî dibe sedema ne rehetî û birçîbûnê.

Gelê me yê li Başûr ku ji paşeroja xwe ne bawer e, dikeve ser rêya koçberiyê.

Encama civîna KNK’ê: Tikriyê bi êrişên li dijî Şengalê dixwaze fermanê temam bike

Li dijî Civaka Êzdî jî êrişên dewleta Tirk zêde dibin.

Demên dawî şehîdkirina Hevserokê Meclîsa Xweser a Şengalê Merwan Bedel û bombardimana li dijî Meclisa Gel a Xanesorê mînakên vê yekê ne.

Dewleta Tirk dixwaze tevgera qirkirinê ya DAIŞ’ê temam bike.

Encama civîna KNK’ê: Azadiya Ocalan û derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” xebatên bingehîn in

Konseya Rêveber a KNK’ê diyar kir ew ê tevî hemû sazî û rêxistinên Kurdistanî bi awayekî çalakî beşdar kampana derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” bibin.

Her wiha ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî jî wê bi erêka xwe rabe.

Dawiyê KNK’ê ragihand ku ew ê 2022’an ji bo doza gelê Kurd bikin sala serkeftinê û ji bo vê yekê li seranserê cîhanê pêngaveke bihêz a dîplomasiyê destpê bikin.

Back to top button