Siûdî Îran bi rawestandina danûstandinên peymana nukleerî tewambar kir

Di demeke ku gera 7. a danûstandinên bernameya peymana nukleerî ya Îranê li Viyana tê lidarxistin de, ji Riyadê hewlest derket. Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Saudî Mîr Faysal bîn Ferhan el Saud dîyar kir ku Îran danûstandinên ser peymana navokî radiwestîne.

Faysal bîn Ferhan el Saud piştî civîna welatên Kendavê ku doh li Riyadê li dar ket, bersiva pirsên rojnamevanan da.

Wezîrê Siûdî da zanîn ku ew danûstandinên li Vîyana ji nêz ve dişopînin û helwesta Tahranê bi xemsarî binav kir.

Her wiha diyar kir ku ew hêvî dikin, Îran helwesta xwe biguherîne û rê li ber geşkirina danûstandinan veke.

Wezîrê Saudî da zanîn ku welatên Kendavê beşeke danûstandinê ne û got:

Bi şertê ku hemû gomanê me rabin, em ji danûstandinan re vekirî ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî hatina rêveberiya Serokê DYA Joe Biden, 6’ê Nîsanê danûstandinên peyamana nukleerî ya bi Îranê re careke din despê kiribû.

Tevî ku 7 care alî li ser maseya danûstandinan dirûnin jî lê heta niha negihiştine ti encamê.

Tahran jî ji aliyê xwe ve nêzîkatiya welatên rojavayî bi xemsarî binav dikin û ji rewşê wan berpirsyar nîşan dide.

Back to top button