Komeleya Birîndarên Şer a Minbicê konferansa xwe ya yekemîn bi dirûşma “Birîndarên şer bîranîneke dîrokî ne” li dar xist.
Îro Komeleya Birîndarên Şer a Minbicê yekemîn konferansa xwe li darxist.
Bi dehan birîndarên şer û şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, nûnerên Rêveberiya Sivîl, Partiya Sûriya Pêşerojê û nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdarî konferansê bûn.
Di konferansê de şêwirmendê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Şiyar Mihemed axivî û konferans li kesên hazir pîroz kir.
Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo li konferansê axivî û got:
“Hûn dilê jiyanê ne û em hêza xwe ji we digirin.”
Berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş diyar kir ku ew bi birîndarên şer serbilind in.
Şervan piştrast kir ku ev fedakariyên şehîd û birîndaran di şer de dane, misogeriya yekane ya serkeftinê ye.
Konferans bi xelatkirina birîndaran bi dawî bû.