
Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewaldariyê ya herêma Cizîrê civîna xwe ya salane li dar xist.
Di civînê de plansaziya 2022’an hat derxistin.
Duh Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewaldariyê ya Herêma Cizîrê civîna xwe ya salane li dar xist.
Civîn li hola Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser a li navçeya Amûdê pêk hat.
Di civînê de çareseriyên ji bo pirsgirêkên sala 2021’an her wiha plansaziya 2022’an hatin nîqaşkirin.
Hin Plansaziyên nû wiha ne:
– Dê stasyon ji bo çavdêriya hewayî bên amadekirin.
– Ji bo pêkanîna lêkolînên zanistî yên çandiniyê dê li kantona Qamişloyê taqîgeh bên çêkirin.
– Dayîna perwerdeyên taybet ji bo beşên parastina hêşînahiyê, sewaldariyê, berhemdariya hêşînahiyê û çavkaniyên avê.
– Çaksaziya piran.
– Bi armanca parastina ekolojî û berfirehkirina zeviyên çandiniyê, milyonek dar li Qamişlo û Hesekê bên çandin.
– Dabînkirina dermanan ji bo sewaldariyê li herêmê.
– Zêdekirina yekîneyên nîşandanê li navçeyên Qamişlo û Hesekê.
– Dê Desteya Aborî û Çandiniyê ji hev bê veqetandin.