Girtîgehên Tirkîyê ji girtîyên sîyasî ên Kurd re bûye çala mirinê

Girtîgehên Tirkîyê ji girtîyên sîyasî ên Kurd re bûye çala mirinê û cenazeyên wan ji wir derdikevin.
Îro jî 2 girtîyên sîyasî Ebdulrezzaq Şûyûr û Xelîl Guneş di girtîgehan de jîyana xwe ji dest dan.
Her dû girtî jî nêzî 30 sal bûn girtîbûn, bi nexweşîya penceşêrê ketibûn û nedihatin dermankirin.

Navê Guantanamoyê derketîye, lê rewşa xirab a girtîgehên Tirkîyê nayê pênasekirin.

Girtîgehên Tirkîyê ji girtîyên sîyasî ên Kurd re bûye çala mirinê.

Tenê bi awayeke dikarin ji wir derkevin, ew jî di nava tabûtan de, bi bedeneke mirî.

Girtîyên nexeş tenê di nav tabûtan de ji girtîgehan derdikevin

irtîyên nexeş tenê di nav tabûtan de ji girtîgehan derdikevin

Îro jî du girtîyên din ên sîyasî Abdulrezzak Şûyûr û Halîl Gûneş ku her du jî bi nexweşîya penceşêrê ketibûn û ne dihatin dermankirin, jîyana xwe ji dest dan.

Abdulrezzak Şûyûr ê 56 salî li girtîgeha Şakranê dihat girtin û ji ber ku nedihiştin derman bibe jîyana xwe ji dest da.

Tenê 14 mehên Ebdulrezzaq Şûyûr mabûn ku ji girtîgehê derkeve

Şûyûr ji sala 1993’an ve girtîbû û cezayê muebbetê lê hatibû birîn û 3 meh berê bi nexweşîya penceşêra pişikê ketibû û 14 mehên wî mabûn ku ji girtîgehê derkeve.

Girtîyê din ê ku jîyana xwe ji dest da Halîl Guneş bû.

Tevî hemû bang û serlêdanên berdanê jî Guneş nehat berdan û vê sibehê jiyana xwe ji dest da.

Halîl guneş jî bi nexeşîya penceşêra pişik û hestî yê ketibû

Halîl Guneş jî li girtêgeha Amedê dihat girtin û ew jî wek hevalê xwe ê din bi nexweşîya penceşêra pişik û hestîyê ketibû.

Guneş jî ji sala 1993′ an ve girtî bû û rastî gelek îşkence û zextan hatibû.

TUHAY-DER Û MED TUHAD-FED: Girtî nayên dermankirin

Rêveberên TUHAY-DER, MED TUHAD-FED û hîn nûnerên rêxistinên sivîl çûn ber derîyê sazîya tip a edlî û cenazeyê Guneş vergirtin.

Ji rêveberên TUHAY-DER’ê parêzer Aslihan Bûlût dîyar kir ku ev demek dirêj e dermanê Guneş nehatîye dayîn û di hijmara serê sibê de mirî hatîye dîtin.

Bûlût da zanîn ku wan gelek caran name ji girtîgehê re nivîsandîye û daxwaza dermanan ji bo girtîyên nexeş kirine, lê ew daxwaz nehatîye bicîhanîn.

Girtîyê nexeş Bîlal Akbaş nayê dermankirin

Dewleta ku hemû girtîyên nexeş hiştîye benda mirinê, nahêle yek girtîyê sîyasî were dermankirin.

Girtîyê nexeş Bîlal Akbaş 8 sal in li girtîgehê ye û nexweşîya têrnekirina gurçikan pê re heye.

Bîlal Akbaş li girtîgeha Bafra ya Samsûnê dimîne û dema ku bi malbata xwe re axivî ye, dîyar kiriye ku tevî serlêdanan jî wan nabin nexeşxaneyê.

Rewşa Akbaş her diçe girantir dibe.

Back to top button