YE: 6 mehe vebijêrka cezayên li dijî Rûsya dinirxînin û em amade ne

Seroka Komisyona YE Ursula von der Leyen bi eşkereyî got, Ev demek dirêje ew bi DYA re li ser rewşa Rûsya û cezayên li dijî wê dixebitin. Niha jî ew ji vê yekê re amade ne. Serokwezîrê Almanya Scholz jî Rûsya hişyar kir û got: Eger Rûsya Ûkraynayê dagir bike wê “berdêleke giran” bide.

Tevgera leşkerî ya Rûsya li sînorê Ûkrayan, êdî metirsiya şerekî dide xuyakirin.

Bi qasî Ûkrayna nebe jî Yekîtiya Ewropa ji rewşa heyî bifikare.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen di Civîna Lijneya Giştî ya Parlamentoya Ewropayê ya li Strasboûrgê de axivî.

Von der Leyen bal kişand ser mijarên ku dê di Civîna Bilind a YE ku bên gotûbêjkirin û wiha got:

“Çalakiyên êrîşkar ên Rûsyayê yên li dijî Ûkraynayê wê berdêlên giran bi xwe re bîne.

Ji meha Hezîranê ve Konseya Ewropayê em erkdar kiribû ku vebijarkan amade nekin.

Bi DYA û hevkarên din re em li welêt li ser vê yekê dixebitin.

Em amade ne.”

Von der Leyen bi domdarî ev tişt anî ziman:

“Em amade ne ku tedbîrên zêde yên nedîtî bigirin. Dibe ku bi rengekî mezinkirin û berfirehkirina cezayên heyî bin û helbet encamên cidî li ser Rûsyayê jî hebe. Lê berî her tiştî ez daxwazê ​​ji Rûsyayê dikim ku aloziyê kêm bike, rêyên dîplomasiyê hilbijêre û li gorî sozên xwe yên navneteweyî tevbigere.”

Berlîn: Eger Rûsya Ûkrayna dagir bike wê berdêl giran be

Ji Almanya jî bertek tund li ser mijarê hat.

Serokwezîrê nû yê Almanya Olaf Scholz li parlamenta federal bal kişand ser krîza Ûkraynayê û got,

“Em rewşa ewlekariyê ya li ser sînorê Rûsya û Ûkraynayê bi fikar dişopînin.

Eger he kesî hînê fêhm nekiribe, dixwazim gotina Angela Merkel dubare bikim.

Binpêkirina yekparebûna xakekê bi berdêl e, berdêla vê jî wê giran be.”

Serokwezîrê Alman diyar kir ku wê vê krîzê li Konseya Ewropayê û li Civîna Bilind a Hevkariya Rojhilat a YE bi giranî nîqaş bikin.

Di rapora îstixbareta Amerîkayê de derketibû holê ku Rûsya 175 hezar leşkerên xwe li sînorê Ûkrayna bicih kiriye.

Wêneyên ku di çapemeniya Amerîka de derketin jî metirsiya planê eşkere kiribû.

Back to top button